Mercên Rûsyayê ji bo rêkeftina Rêveberiya Xweser û Şamê
Di demekê de ku Tirkiyê gef û êrişên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kirine, Rûsya ji bo li hevkirina Sûriyê û Rêveberiya Xweser 4 pêşniyaz pêşkêş kirin.
Li gor zanyariyan, Rûsan pêşniyaz kirine ku ala Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser bê bilindkirin.
Li ser dahatên petrola li herêmên Rêveberiya Xweser jî pêşniyazek hatiye kirin li gor wê yekê, daxwaz hatiy kirin ku ji %75ê dahata petrolê bo hikûmetê û ji %25 jî ji bo Rêveberiya Xweser be.
Di wan pêşniyazan de daxwaz tê kirin ku Rêveberiya Xweser îtîrafê bi hebûna Serokê Sûriyê Beşar Esed bike û Şam jî sîstema nenavendî bipijirîne û Rêveberiya Xweser a xwecihî hebe.
`Amerîka jî ne li dijî wan pêşniyazan e`
Li gor çavkaniyên Rûdawê, Rêveberiya Xweser jî daxwaz kiriye ku mafên gelê Kurd bên naskirin, taybetmendiya asayiş û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bê parastin û Rûsan jî ev daxwaz ji bo gotûbêjê hiştine.
Her li gor zanyariyên çavkaniyên Rûdawê, Amerîka jî ne li dijî wan pêşniyaz û şert û mercan e ku Rûsyayê ji bo rêkeftina Rêveberiya Xweser û Şamê pêşkêş kirine.
Ev yek di demekê de ye ku Tirkiyê gef û êrişên xwe yên li ser herêmên Rêveberiya Xxweser li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û di vê çarçovê de liv û tevgera serbazî li herêmên sînorî zêde bûye.
Aldar Xelîl: Em li ser formeke din dixebitin
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî berî çend rojan tekez kiribû ku divê çareserî li gel rejîmê pêk bê û ragihandibû, ew ji bo diyalogeke rasterast a bi hikûmeta Sûriyê re amade ne. Aldar Xelîl eşkere jî kiribû, “Em li ser formeke din difikirin.”
Herwiha Parlamenterên Sûrî jî daxwaz ji Encûmena Asayişê ya Navdewletî kir, ku siyaset û kiryarên hikûmeta Tirkiyê protesto bike û wê neçar bike ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û nema `piştgiriya terorê` bike.
Her têkildarî vê mijarê û zêdebûna gefên Tirkiyê, Serokê Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Omer Osê projeyek ji bo lihevkirina Kurdan û hikûmeta Sûriyê amade kiriye û eger ev proje bê qebûlkirin, dê li Qamişlo were ragihandin.
Projeya ji bo lihevkirina Kurdan û Şamê
Li gor ku Omer Osê ragihandiye, ew proje ji bo aliyên Kurdî û hikûmeta Sûriyê hatiye pêşkêşkirin.
Serokê Însiyatîfa Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê Omer Osê berî niha jî daxwaz kiribû ku odeyeke operasyonan di navbera artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bê avakirin ku “rûbirûyê dijminkariyên Tirkiyê” bibin û bang jî kiribû ku Kurd û hikûmeta Sûriyê demildest dest bi diyalogê bikin.
Li gor daxuyaniya Omer Osê, ev bangewazî li hember metirsiyên cidî yên Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê tên û ji bo neçarkirina Tirkiyê ku dawiyê li dagirkeriya xwe li hemû herêmên Sûrî bîne.
Rûsya: Em naxwazin rewşa Sûriyê xeraptir bibe
Li aliyê derbarê rewşa Sûriyê û gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kuatrashev jî ji Rûdawê re raghandibû, ew herdû alî naxwazin niha rewşa Sûriyê xirabtir bibe, lê gelek mjarên nakok jî, di navbera wan de hene.
Her li gor zanyariyan piştî zêdebûna gefên Tirkiyê Rûsyayê firokeyên şer li Balafirxaneya Qamişlo bicih kirine.
Bicihkirina balafirên şer li Qamişlo
Firokeyên leşkerî yên Rûsî berî çend rojan jî bi hevbeşiya li gel hêzên Sûriyê li esmanê gundewarê rojavayê Girê Spî manorên leşkerî pêk anîn ku ev yekem car e, tevger û manorên esmanî yên firokeyên Rûsî bi hevbeşî li gel hêzên hikûmeta Sûriyê, li nêzîkî hêlên hêzên Tirkiyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê dibin.
Hikûmeta Sûriyê berî niha jî hejmareke leşkerên xwe şandibû herêma Eyn Îsa a li bakurê Reqayê ku ew bajarok xwedî girîngiyeke stratejîk e û di armanca êrişên Tirkiyê de ye.
Êrişên Tirkiyê yên li ser Rojava
Ji sala 2016an ve Tirkiyê 3 operasyonên leşkerî di nav Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de encam dane. Operasyona yekem di sala 2016an de bû, dema ku artêşa wî welatî û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeya Ezaz û Cerablusê kirin.
Di Çileya 2018an de jî wan hêzan êrîşî Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kirin û piştî nêzîkî du mehên şer ew navçeya Rojavayê Kurdistanê ket destê wan.
Di Cotmeha 2019an de jî artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin û dest bi ser de girtin.
Rudaw
