• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Pirdê hêzên Pêşmerge bersiva êrîşeke DAIŞê da

Gulan Media November 4, 2021 Nûçe
Li Pirdê hêzên Pêşmerge bersiva êrîşeke DAIŞê da

Çavkaniyekî berpirs ê ji hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê li Mîhwera Pirdê ji K24ê re ragihand; îşev hewleke nêzîkbûnê ya çekdarên DAIŞê, ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hat têkbirin.

Îşev di demjimêr 22:45an de li bilindahiyên Zurgeziraw ên li Mîhwera 5 a rojavayê Kerkûkê li Pirdê hejmarek çekdarên DAIŞê hewl dan nêzîkî sengerên Pêşmerge bibin, lê belê Pêşmerge bersiva wan da û çekdarên DAIŞê reviyan.

Fermandarê Fewca 2 ya Lîwaya 10 a Hêzên Pêşmerge Piştîwan Yûsif ji K24ê re eşkere kir; çekdarên DAIŞê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatin dîtin û gulle li ser wan hatin reşandin û çekdar reviyan.

Piştîwan Yûsif diyar kir ku niha rewş aram e û hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û niha hêzên Pêşmerge pişkinînê li cihê çekdaran dikin, da ku bizanin çekdarên êrîşkar ên hatine kuştin û birîndar bûne hene an na.

Herwiha eşkere kir ku ti ziyan negihiştiye hêzên Pêşmerge.

 

K24

Top