Li Sergeran cotkarên kurd rastî hewldanekî din ê dagirkirina zeviyên xwe hatin
Biryare îro lijneyekî kiştûkalî ya ji bo rûpêviya 100 donim zeviyên kiştûkaliya gundên sînorê Sergeran bikin biçin navçeyê û cotkarên kurd jî kombûne bo ku şikestê bi wê dagirkeriyê bînin.
Peyamnêrê BasNewsê bi zimanê hejmarek cotkarên kurd li Sergeran ragehand: ‘’Di berdewama wê hewldana ku piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê ya ji bo dagirkirina kiştûkaliyê li sînorê Sergeran û Pelkane destpê kir, biryare îro 03.11.2021ê lijneyekî li kiştûkaliya Sergeran ve bi piştevaniya hêzên ewlehî û milîsan ve bo rûpêviya zêdetir ji 100 donim zeviyên cotkarên kurd biçin gundê Gabele.
Herwaha got: ‘’Wek hemû carekî din cotkarên kurd li hember wê hewldana dagirkeriyê rawestane ku şikestê bi wê plana dagirkeriya zeviyên xwe bînin.
Piştî sala 2003ê erebên hawirde yên dema rejîma Beis hatin qerebû kirin û ew ji cîhên wan re hatin vegerandin. Lê piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê bi piştevaniya hêzên ewlehiyê ve hêdî hêdî ji bo dagirkirina zeviyên cotkarên kurd li sînorê nahyeya Sergeran êrîş dikin ser mal û mulkên kurdan. Lê heta naha rê nehatiye dayîn ku zeviyên cotkarên kurd bên dagir kirin.
Basnews
