Pisporekî jîngehê: Ew barana li Hewlêrê barî li kuderê bibare lehî radibe
Pisporekî jîngehê dibêje, li her devereka cîhanê di 52 xulekan de 52 mlm baran bibare, lehî radibe.
Pêr li parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê baranek tund barî û li hinek deveran lehî bû, ziyan gihîşt çend tax û deveran.
Virde û wêde hat gotin ku sebeba serekî ya lehiyê, nebûna jêrxaneka baş û qahîm e.
Lê pisporê jîngehê û dîrojeolojiyê, dr. Mesûd Hisên ji BasNewsê re got, di dema dîzaynkirina pirojeyan de divê hesabê baranê were kirin da ku dema lehî rabû, kêmtirîn ziyan çêbibe.
Dr. Mesûd Hisên li ser barana pêr ya Hewlêrê jî got, êdî baran mîna berê bi nermî nabare, çimkî îqlîm hatiye guhertin û baran tund dibare û di demek kurt de avek zêde kom dibe û dibe lehî. Ji ber wê jî ew barana ku li Hewlêrê barî, li her devereka cîhanê bibare dibe lehî. Ev jî vedigere bilindbûna pileya germayê.
Bi gotina wî pisporê, êdî divê berpirs û dezgehên pêwendîdar hesabê barana wisa bikin û bi vî rengî rûbirûyê lehî û rûdanên sirûştî bibin.
Basnews
