Ji 58 rojnamevanan re 896 sal cezayê girtîgehê hat xwestin
Li Tirkiyê di meha Cotmehê de ji 58 rojnamevanên ku hatin darizandin re 896 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Cemîyeta Rojnamevanan di çarçoveya “Projeya Berdêla Nûçeyê” de rapora binpêkirinên dijî rojnamevanan a meha Cotmehê eşkere kir. Li gor raporê, meha Cotmehê li 34 dadgehên cuda yên 9 bajaran 58 rojnamevan hatine darizandin. Derbarê 58 rojnamevanan de yek jê heta hetayê di navbera 272 sal û 896 sal û 15 rojan cezayê girtîgehê û 21 hezar dolar cezayê pere hatiye xwestin.
Rojnamevan herî zêde di çarçoveya Qanûna Terorê de hatine tohmetbarkirin. 27 rojnamevan bi “endamtiya rêxistinê”, 17 bi “propagandaya rêxistinê” 7 bi “li dijî derketina qanûna meş û civînan” û 4 jî bi “heqareta li serokkomar” hatine tohmetbarkirin.
Li gor raporê di Cotmehê de doza 10 rojnamevanan bi dawî bûye ku di 3 dozan de 2 sal û 5 meh û 12 roj cezayê girtîgehê û hezar û 800 dolar cezayê pere hatiye birîn.
Dîsan meha Cotmehê derbarê 7 rojnamevanan de lêpirsînên nû hatin vekirin û 2 rojnamevan di dema kar de hatin desteserkirin. Di heman heyamê de 4 rojnamevan rûbirûyê êrîşê bûne û gef li wan hatiye xwarin.
Rudaw
