• Thursday, 26 February 2026
logo

Li sînorê Kanî Masî dibistana gundekî ji ber şerê PKKê û Tirkiyê hîn nehatiye vekirin

Gulan Media November 1, 2021 Nûçe
Li sînorê Kanî Masî dibistana gundekî ji ber şerê PKKê û Tirkiyê hîn nehatiye vekirin

Rêveberê perwerdeya qeza Amêdiyê ragehand, ji ber şerê navbera PKKê û Tirkiyê dibistana gundê Kêste ya li sînorê qeza Amêdiyê hîn nehatiye vekirin û xelkê gund jî gund vala kiriye.

Rêveberê perwerdeya qeza Amêdiyê Wecî Seîd Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dibistana gundê Kêste ya ser bi Amêdiyê saleke ji ber şerê navbera PKKê û Tirkiyê nehatiye vekirin û her dema ku rewş baş bû û rûniştvanên gund vegeriyan, wê deme dê dibistan jî bê vekirin.’’

Herwaha got: ‘’Dibistana gundê Kêste ji pola yekem heta pola şeşem a dibistana destpêkê heye, me ti demekî biryar nedaye deriyên dibistanê bên daxistin, lê ji ber şerê PKKê û Tirkiyê rewşa ewlehiyê gelek giran bûye. Avahiya dibistanê, amûr û pêdiviyên xwandin hemû berdestin û her demekî ku xelkê gund vegere gund jî bi fermî dê dibistan bê vekirin.’’

Li sînorê qeza Amêdiyê bi giştî 164 dibistan hene û heta naha hikûmeta herêma Kurdistanê 31 dibistanên wî sînorî nûjen kirine û karûbarên wan dawî bûne.

 

Basnews

Top