Li Tirkiyê 8 penaberên din ên Sûrî ji ber “mûzxwarinê” hatin desteserkirin
Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê 8 penaberên Sûrî li ser kampanya “mûzxwarinê” hatin desteserkirin û biryar e bên deportkirin. Tirkiyê di çend rojên borî de heft penaberên din ên Sûrî li Stenbolê girtin û deport kirine.
Hêzên Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Îzmîrê, piştî şopandin û lêkolînên li ser vîdeoyên kampanya “mûzxwarinê” roja Înê 29ê Cotmeha 2021ê li sînorê parêzgeha Îzmirê 8 penaberên Sûrî desteserkirin ku temenê yekî ji wan biçûk e.
Hatiye ragihandin ku ew penaberê temen biçûk ê hatiye desteserkirin bo Beşê Zarokan ê Rêveberiya Asayîşê hatiye şandin. Piştî lêpirsîna li asayîşê, di çarçoveya benda “kesên biyanî ku gefê li asayîş û aramiya giştî dixun” de ew 8 koçberên Sûrî radestî Rêveberiya Koçê ya Parêzgeha Îzmîrê hatin kirin daku bên deportkirin.
Di çend rojên borî de belavbûna dîmenekî ser cadeyê di torên civakî de bû sedema nerazîbûnan, ku li navçeya Esenyurt a Stenbolê hatibû tomarkirin. Di vîdeoyê de jineke nişteciha Stenbolê û keçeke xwendekar a Sûrî, derbarê jiyana penaberên Sûrî û mana wan a li Tirkiyê de gotûbêjê dikin. Keça Sûrî dibêje: “Ez jî Sûrî me û xwendekar im. Eger li Sûriyê şer nebûya neçar nedibûn bên vê derê.”
Li beramber ew jina Tirk dibêje: “Madem şer heye hun jî biçin şer bikin. Ji vê derê here û neaxife. Baş e çima dikarin di rojên cejnê de çenteyên xwe tejî kelûpel bikin û bi serdan vedigerin.” Welatiyekî din ê Tirk ji wê keça Sûrî re dibêje: “Dewlet hevkariya we dike, hun li vê derê kirêçî ne û em xwediyê male… Ez nikarim mûzê bixum lê hun bi kîloyan mûzan dikirin.”
Ew jî wek bersiv dibêje: “Em bi pereyên xwe mûzan dikirin ne belaş… Dewlet jî hevkariya me nake.” Piştî belavbûna vî dîmenê vîdeoyî, li ser torên civakî hejmarek ciwanên Sûrî çalakiya mûzxwarinê dan destpêkirin û hejmarek dîmenên vîdeoyî yên wek henekpêkirinê derbarê mûzxwarinê de belav kirin, ev jî bû sedema nerazîbûnan.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê roja Çarşembê 27ê Cotmeha 2021ê ragihand ku belavkirina dîmenê vîdeoyî li ser torên civakî derbarê mûzxwarinê de karekî “provokatîf” e û di wê çarçoveyê de tîmên polîs bi biryara Wezareta Navxwe li 8 bajarokên Stenbolê 11 penaberên Sûrî desteser kirine. Heft ji wan penaberan bi tohmeta “handana xelkê bo kîn, nefret û sivikayetîkirinê” bo Rêveberiya Giştî ya Koçê ya Stenbolê hatine şandin û piştre hatine deportkirin.
Rudaw
