• Thursday, 26 February 2026
logo

Îran: Destê Amerîka û Îsraîlê di êrîşê de heye

Gulan Media October 31, 2021 Nûçe
Îran: Destê Amerîka û Îsraîlê di êrîşê de heye

Amerîka û Îsraîl heta niha ti daxuyanî nedane.
Hefteya derbasbûyî êrîşî ser benzînxaneyên Îranê hatibû kirin.

Piştî ku sêşema hefteya derbasbûyî êrîşeke dîcîtalî bo ser benzînxaneyên Îranê hate kirin û tevahiya benzînxaneyên Îranê jikar ketin, Fermandarên Îranî qala vê yekê dikin ku destê Amerîka û Îsraîlê di êrîşê de heye.

Di vê derbarê de Fermandarê hêzên berevaniya asmanî Xolamreza Celalî diyar kiriye ku li gor lêkolînên me, destê Amerîka û Îsraîlê di pişt êrîşa dîcîtalî de bo ser benzînxaneyên Îranê de heye.

Ji aliyeke din ve rayedareke din yê Îranê ku Sekreterê civata ewlekariya nîştimanî ya Îranê ye û navê xwe Elî Şemxaniye, diyar kiriye ku êrîş karê Amerîka û Îsraîlê ye.

Heta niha Amerîka û Îsraîlê li ser vê mijarê ti daxuyaniyek nedane.

Weke tê zanîn roja sêşemê êrîşî ser benzînxaneyên Îranî hatibû kirin û tevahiya benzînxaneyên Îranê jikar ketibûn.

Top