• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê alîkariya mexdûrên lehiya Hewlêrê dike

Gulan Media October 31, 2021 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê alîkariya mexdûrên lehiya Hewlêrê dike

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser rewşa lêqewimî û ziyanmendên lehiya Hewlêrê û hinek navçeyên wê, li gel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav peywendiyeke telefonî pêk anî û tekez kir ku wî aliyên peywendîdar raspardine ku alîkariya mexdûrên lehiyê bikin û pêdawîstiyên wan dabîn bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peywendiya telefonî de rewşa mexdûrên lehiyê ji Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav pirs kir û behsa çawaniya serederiya aliyên hikûmî li gel rewşê û alîkariya lêqewimiyan, kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî “dûpat kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve pêdaçûnê bo cihên ziyandîtî yên lehiyê dike û aliyên peywendîdar raspardine bo alîkarî û hevkariya lêqewimiyan û dabînkirina pêdawîstiyan” û herwiha ragihand, “xweşbextane” ti ziyaneke canî ya lehiyê nebûye.

Li gor daxuyaniyê, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî jibilî pêşkêşkirina puxteyek li ser cih û qebareya ziyanan û rewşê bi giştî, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir ji bo pirsîn û pêdaçûna rewşa lêqewimiyan û ziyanmendan û amadebûna bo alîkarî û hevkariyan.

Roja 30/10/2021, piştî baranake zêde, li navend û çend navçeyên Hewlêrê lehiyeke mezin rabû û ziyaneke zêde ya maddî li pey xwe hişt. Bajarokê Zêrîn, Mela Omer, gundê Korî û bajarokê Korê li Pîrmamê, hinek ji wan cihan in ku zêdetirîn ziyan bi ber wan ketiye.

 

Rudaw

Top