• Thursday, 26 February 2026
logo

Lehiya Hewlêrê ti ziranên canî li pey nebûne

Gulan Media October 31, 2021 Nûçe
Lehiya Hewlêrê ti ziranên canî li pey nebûne

vê hevkariya zirarmendan were kirin.
Vê alîkariya zirarmendan were kirin.

Piştî barîna barana bixor ya duhê şemî li Hewlêrê, li çend taxên vê bajarî lehiyeke mezin rabû.

Li gor daxuyaniya parêzgarê Hewlêrê, lehiya ku zirarên madî gehandiye çend taxên Hewlêrê, ti zirareke canî li pey nebûye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Parêzgarê Hewlêrê, Dezgeha xêrxwaziya Barzanî û rayedarên hikûmetê, dest bi lêkolînên meydanî li cîhên lehiyê û cîhên ku zirar berwan ketine kirine.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku vê kesên ku jiber lehiyê zirar ber mal û xaniyên wan ketine, hevkariya wan were kirin.

 

 

Top