Li Kerkûkê di êrîşeke DAIŞê de du Pêşmerge şehîd bûn
Dije-Terora Kurdistanê ragihand; terorîstên DAIŞê li mîhwera Kerkûkê êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge û du pêşmerge şehîd bûn.
Dije-Terora Kurdistanê eşkere kir ku beriya demeke kin, çekdarên rêxistina terorê ya DAIŞê li navçeya Zurgeziraw a li sînorê mîhwera Kerkûkê, êrîş kirin ser Fewca 2 ya Lîwaya 10 a Wezareta Pêşmerge.
Herwiha ragihand ku mixabin di encama êrîşê de du pêşmerge şehîd bûn.
Fermandarê Pêşmerge yê li Kerkûkê Heme Rêgir ragihand ku di êrîşa DAIŞê de şehîd û birîndar ên Pêşmerge hene.
Nûçegihanê K24ê eşkere kir ku termên herdu şehîdên Pêşmerge "Xalid Hemîd Heyas" û "Ako Kerîm Qadir" bo bajarokê Qûştepe hatine veguhestin.
K24
