• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû

Gulan Media October 30, 2021 Nûçe
Li Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû

Li bajarê Hewlêrê piştî barîna baraneke zêde û gelek zîpikan lehî rabû û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw bi rêya K24ê ji welatiyan daxwaz kir ku ji bilî karên pêwîst, rêya Hewlêr – Pîrmamê bi kar neynin.

Nûçegihanê K24ê ragihand; Parêzgarê Hewlêrê ji hemû welatiyên li bajêr daxwaz kiriye ku dema wesayîtên xwe diajon agahdar bin û rêyên ku ji ber barana boş hatine girtin, bi kar neynin, bi taybetî jî rêya Hewlêr – Pîrmamê.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha da zanîn ku niha tîmên Berevaniya Şaristanî bi vekirina rêyan mijûl in û ji welatiyan jî daxwaz dike ku alîkariya wan tîman bikin.

Îro baraneke boş û gelek zîpik li bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê bariya û piştre lehî rabû û çend rê ji ber lehiyê hatin girtin.

 

K24

Top