• Thursday, 26 February 2026
logo

Litwanya sînorê xwe yê ligel Belarusê têlbend dike

Gulan Media October 28, 2021 Nûçe
Litwanya sînorê xwe yê ligel Belarusê têlbend dike

Welatê Litwanya dest bi têlbendkirina sînorê xwe yê başûr ê  li gel Belarusê kiriye da ku rê li ber koçberan bigirin xwe bigihênin wî welatî û welatên din ên Ewropayê. Litwanya hewl dide sînorê xwe bi dirêjahiya 400 km û bilindahiya 4 metreyan têlbend bike.

Litwanya plan dike bi dirêjahiya 400 kîlomtereyan dîwarê ji têlan ava bike, li ser sînorê xwe yê li gel Belarusê, biryar e di herdû mehên Mijdar û Kanûnê de, 100 kîlometre ji vî dîwarî bê danîn.

Wezîra Navxwe ya Litwanya avakirina wî dîwarî giring dibîne ji bo parastina sînorên wan.

Wezîra Navxwe ya Litwanyayê Agnė Bilotaite dibêje: “Em dikarin bibêjin ku em êdî hest bi aramiyê dikin, hebûna dîwarê ji têlan gelekî giring e daku me ji êrîşên Lukashenko biparêze.”

Ji despêka sala îsal ve û heta niha derdora 4 hezar û 200 kes ji Belarusê bi qaçaxî derbasî Litwanyayê bûne.

Ji Tebaxa borî ve û heta niha li gorî hikûmeta Litwanyayê wan rê li pêşiya 5 hezar kesan girtiye li ser sînorê xwe yê li gel Belarusê û rê nedayê  ew derbasî Litwanyayê bibin.

Tevî ku Litwanya endama Yekîtiya Ewropayê ye, lê heta niha ew pereyên dîwar ji budceya xwe ya taybet xerc dike.

Wezîra Darayî ya Litwanyayê Gintarė Skaiste jî got: “Wek me ji destpêkê ve plan kiribû, ev dîwar ji pereyên hikûmetê tê çêkirin. Em texmîn dikin avakirina dîwar nêzîkî 150 milyon Euro li ser me bibe mesref, em plan dikin yek ser sê ji van pereyan îsal xerc bikin, herwiha 102 milyon euro ji bo sala bê ne, me daxwaza alîkariyê ji Yekîtiya Ewropayê jî kiriye, jibo danîna kamîreyên çavdêriyê  li ser dîwar.”

Gulana borî  hikûmeta Belarusê çalakvanê û kesayetiya opozisyonê yê  bi navê Raman Pratasevich desteser kir, dema di firokeyê de ji Yûnanê ber bi Litwanyayê ve difirya, piştre welatên Ewropayê sizayên aborî dan ser wî welatî.

Belarusê sînorê xwe li pêşiya koçberan vekir  jibo ku derbasî Ewropayê bibin, daku bi vî awayî guşarê bixe ser Yekîtiya Ewropayê û mneçar bibe sizayan rake.

 

Rudaw

Top