• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê êrîşa DAIŞê ya li Diyala şermezar dike

Gulan Media October 27, 2021 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê êrîşa DAIŞê ya li Diyala şermezar dike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa DAIŞê li Diyale bi tundî şermezar kir û ragihand, girîng e ku hemû alî bi hev re piştevaniya hêzên ewlehiyê bikin.

Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kirin û di êrîşê de 12 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vê êrîşê li Twittera xwe hevxemiya xwe ligel malbat û kesûkarên vê êrîşê nîşan da û nivîsî: “Em bi tundî vê êrîşa xwînane ya DAIŞê şermezar dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê got: “Careke din tekez dikin ku girîng e em hemû bi hev re piştevaniya hêzên ewlehiyê li dijî van metirsiyên me armanc digirin, bikin.”

Herwiha ragihand: “Rehmet ji şehîdan re û çakbûn ji birîndarên me re. Dilê me bi gelê me yê li Muqdadiyê re ye û hevparê êşa wan in.”

 

K24

Top