DAIŞê êrîş kir: 11 kuştî
Çekdarên DAIŞê li parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kirin û di êrîşê de 11 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûne.
Çekdarên DAIŞê şeva borî êrîşî gundekî qezaya Şareban li parêzgeha Diyale kirin. Parêzgarê Diyale Musenna Temîmî ji Rûdawê re ragihand, di êrîşa çekdarên DAIŞê de 11 kes hatin kuştin.
Herweha Serokê berê Encûmena Qezaya Şareban Ednan Temîmî di daxuyaniyekê de ragihand, DAIŞ êrîşî derdora gundê Reşad li rojhilatê Şareban kiriye û di encamê de 8 welatî hatine kuştin û 16 kesên din jî birîndar bûne.
Li gor agahiyên berdest piştî êrîşê, rasterast hêzek ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya deverê, bo gundê Reşad hatiye şandin.
Qezaya şareban li Miqdadiye 40 km li bakurê rojhilatê Beqûbe ku navenda parêzgeha Diyale ye, dikeve.
Fermandariya Operasyonên hevbeş di daxuyaniyekê de tekez dike ku DAIŞ ew êrîş encam daye û dibêje, careke din çekdarên DAIŞê vedigerin hewlên xwe armanckirina xelkê sivîl û bê tawan piştî ku nikarîbûn rûbirûyî hêzên leşkerî û ewlekarî bibin.
Operasyonên hevbeş herweha dibêje, DAIŞê êrîşî gundê Hiwaşe li Miqdadiye kirine û di encamê de 11 kes hatine kuştin, 1 ji wan Jine.
Derbarê êrişê d Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih li ser twîterê belav kiriye, “ew êrîşa tirsnok ser kesûkarên wan li Diyale, hewleke pûçe ji bo têkdana aramiya welat, tîne bîra wan jî ji bo yekxistina rêzên xwe û piştevanîkirina hêzên ewlekariyê û girîngiya berdewamiya hewlên niştîmanî ji bo jinavbirina paşmayên DAIŞê li hemû navçeyê.”
Rêberê Tevgera Sedir jî di twîtekê de derbarê êrîşa Şareban ragihand, Nabe mucahid çeperên xwe bicih bihêlin.
Muqteda Sedir di twîta xwe de dibêje, nabe haya wan ji terorê û tawanên wê nebe, nabe mijûlî milmilaniya kursî û siyasî bin û terorê ji bîr bikin.
Sedir herwiha got: “Ewa ku li Miqdadiye hatiye kirin, `terora di çarçoveya pêla milmilaniya siyasî de ye. Nabe Mucahid çeperên xwe bicih bihêlin ji ber ku heya niha çavê terorê li mirina Iraqê ye.”
Rudaw
