• Thursday, 26 February 2026
logo

PKKê li Amêdiyê êrîşî xaleke Pêşmerge kir

Gulan Media October 26, 2021 Nûçe
PKKê li Amêdiyê êrîşî xaleke Pêşmerge kir

Li sînorê navçeya Amêdiyê vê êvarê çekdarên PKKê teqe li xaleke hêzên Pêşmerge kirin.

Çavkaniyekî serbazî li navçeya Amêdiyê ji K24ê re ragihand; vê êvarê çekdarên PKKê li gundê Sergelê yê nêzîkî sînorê navçeya Amêdiyê teqe li xaleke hêzên Pêşmergeyê Zêrevanî kirin.

Heman çavkanî eşkere kir ku heta 10 xulekan teqekirin berdewam bû û di encama êrîşê de ji bilî zirarên maddî, ziyan negihiştiye canê ti kesî û pêşmerge bi selamet in, herwiha got: “Pêşmerge bersiva êrîşa PKKê neda.”

Çendîn car çekdarên PKKê li deverên cuda cuda yên Kurdistanê, bi taybetî jî li sînorê navçeya Amêdiyê, bêyî ti hincetek êrîş dikin ser hêzên Pêşmerge û heta niha çendîn pêşmerge şehîd û birîndar bûne.

Ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê, li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi sedan gund vala bûne û bi hezaran malbat jî aware bûne.

 

K24

Top