Parlamentoya Ewropayê: Daxuyaniyên Erdogan bêbingeh in
Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê bo Tirkiyê Nacho Sanchez Amor û Hevserokê Komîsyona Hevpar a Parlamentoyê Sergey Lagodinsky nerazîbûn li ser helwesta Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a li beramber balyozên 10 welatan di mijara azadkirina Osman Kavala de nîşan dan û gotin: “Daxuyaniyên Serokomar Erdogan nayên fêmkirin û bi temamî bêbingeh in.”
Karvedanên li ser axaftinên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ên derbarê gefa derxistina balyozên wan 10 welatan de berdewam in ku li Enqerê daxwaza azadkirina Osman Kavala kirin. Di daxuyaniyeke hevbeş a nivîskî de Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê bo Tirkiyê Nacho Sanchez Amor û Hevserokê Komîsyona Hevpar a Parlamentoyê Sergey Lagodinsky jî li hemberî helwesta Erdogan nerazîbûn nîşan dan.
Di daxuyaniya hevbeş a Nacho Sanchez Amor û Sergey Lagodinsky wiha hat gotin: “Tedbîrên Serokomar Erdogan ên li hemberî 10 balyozên daxwaza berdana karsaz Osman Kavala kirin de nayên fêmkirin û bi temamî bêbingeh in. Em dikarin van tedbîran weke hewldanek ji pirsgirêkên lezgîn, têkiliyên navxweyî û dualî dûr bixin binav bikin.”
Herwiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara azadkirina Osman Kavala ne ji balyozan ve, lê ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve hate dayîn û Tirkiye mecbûr e ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke Osman Kavala, di doza hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş de bi cih bîne.
Di beşeke din a di daxuyaniyê de tê bibîr xistin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di Kanûna 2019an de daxwaza berdana Kavala kiribû û piştre jî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi 6 ew daxwaz kiribû.
Di heman demê de bang li Tirkiyê hat kirin ku li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere û xwe ji rageşiyê dûr bixis, her wiha bang li Yekîtiya Ewropayê jî hat kirin ku helwesteke hevpar nîşan bidin.
Daxuyaniya balyozxaneyên 10 welatan û karvedanên wê
Roja 18ê Cotmehê balyozxaneyên Amerîka, Kanada, Fransa, Fînland, Denmark, Almanya, Holanda, New Zealand, Norwec û Swêdê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza azadkirina karsaz û çalakvan Osman Kavala kiribûn. Balyozên wan welatan, di wê daxuyaniya hevbeş de, piştevaniya xwe ji bo kesayetiyê diyar ê warê xêrxwaziyê li Tirkiyê Osman Kavala nîşan dabûn ku di zindanê de ye û daxwaza azadkirina wî kiribûn.
Wan dîplomatan ragihandibûn, ku girtina wî çalakvanê 64 salî, “tarîtî xistiye ser rêzgirtina li demokrasiyê, serweriya qanûnê û zelaliya sîstema dadweriyê li Tirkiyê.”
Daxuyaniya her 10 balyozxaneyan karvedanên zêde li pey xwe anîn û roja 23yê mehê jî Recep Tayyîp Erdogan ragihand, wî ferman daye Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu ku ew 10 balyoz wek `kesên nexwestî` îlan bike, ku ev jî tê wateya dersînorkirina balyozan û biryar bû îro di civîna kabîneyê de biryar li ser bê dayîn.
Lê îro balyozxaneyan, daxuyaniyeke nû belavkirin ku pabendbûna xwe ya bi rêzgirtina li yasayên navxwe dûpat kirin. Balyozxaneya ragihandin ku ew pabendî maddeya 41 ya Peymannameya Viyenayê ne ku ew madde taybet e bi rêzgirtina li yasayên welatan.
Rudaw
