Serokê Herêma Kurdistanê: Em ji bo yekrêziya aliyên Kurdistanî kar dikin
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê, Matthew H. Tueller civiya û rewşa Iraqê piştî hilbijartinên 10ê Cotmehê gotûbêj kirin. Nêçîrvan Barzanî di civînê de ragihand, Serokatiya Herêma Kurdistanê kar ji bo yekrêziya aliyên Kurdî dike.
Civîn êvara Duşemê 25ê Cotmeha 2021an li Hewlêrê hat sazkirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Matthew Tueller, “hilbijartinên parlamentoya Iraqê û encamên wê, rewşa Iraqê bi giştî û texmînên ji bo paşeroja proseya siyasî li Iraqê, gotûbêj kirine.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, her du alî hevnêrîn bûne ku proseya dengdanê di warê teknîkî de bi şêweyeke “rêk û pêk û bê kêşe” birêve çûye. Nêçîrvan Barzanî û Mathew Tuller herwiha diyar kirine, ku piştî pesendkirina encaman, giring e “hikûmeteke giştgîrli Iraqê bê pêkanîn daku di asta hêvî û daxwazên welatiyan de be.”
Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Amerîkayê, peyama Encûmena Asayişa Navdewletî jî bilind nirxandin, ku “piştevaniya proseya dengdanê kir û wek pênagevkî giring bi nav kir, herwiha rola Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê di lidarxistina proseya dengdanê û rola Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa û Komkara Erebî û hemû aliyên ku piştevaniya wê proseyê kirin, bilind hat nirxandin.”
Nêrçîrvan Barzanî behsa qanûna hilbijartinê ya nû kir ku cara yekem bû li Iraqê kar bi wê yasayê dihat kirin û tekez li ser vê yekê kir ku “Serokatiya Herêma Kurdistanê kar bo wê yekê dike li gel hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive ji bo ku yekrêziya aliyên Kurdistanî çêbibe.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de amaje bi hin mijarên din dike ku Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê di civînê de li ser axivîne û dibêje, di heman civînê de, “peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Amerîkayê, peywendiyên Hewlêr-Bexda, hewlên Iraqê bo asayîkirina peywendiyên xwe li gel welatên cîran û navçeyê, giringiya hewldan jibo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê û cîbicîkirina Destûrê, Rêkeftina Şingalê, peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, metirsî û gefên DAIŞê, rewşa Sûriye û pêşhatên li Efxanistanê” hatin gotûbêjkirin.
Rudaw
