Tirkiyê canjidestdana 2 gerîlayên PKKê li Colemêrgê ragihand
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê ragihand Suleyman Soylu ragihand ku 2 gerîlayên PKKê li parêzgeha Çolemêrg a Bakûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro Yekşemê 24ê Cotmeha 2021an li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku 2 gerîlayên PKKê yên ku ketine nav bajarokê Çelê yê sînorî di operasyonekê de bi beşdariya firokên bêmirov û hêzên bejahî canê xwe ji dest dane û cenazeyên wan herduyan jî hatine desteserkirin.
Soylu herwiha gef li Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan jî xwar û di twîtera xwe nivîsandiye: “Ji gotinê fêm nakin. Eger bi xwe dibînin, bila Karayilan were, wekî mişkan xwe veneşêre. Dora wî jî tê.”
Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ya girîdayî PKKê heta niha ti daxuyaniyek derbarê vê nûçeyê de belav nekiriye.
Lê HPG'ê di daxuyaniya xwe ya 23ê Cotmeha 2021an de bal kişand ku artêşa Tirk di 12'ê Cotmeha 2021'an de li bajarokê Şaxê yê navçeya Wanê û navçeya Çelê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Operasyon 14ê Cotmehê bê encam bi dawî bûye.
Operasiyonên Tirkiyeyê yên nava welat zêdetir ji 4 mehane bi sernavê operasiyonên "Aran" li 15 deverên cuda li sînorên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Çolemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdîxan û hin deverên din yên Bakûrê Kurdistanê berdewamin.
Rudaw
