• Thursday, 26 February 2026
logo

Komeke nû ya çekdarî hate ava kirin

Gulan Media October 24, 2021 Nûçe
Komeke nû ya çekdarî hate ava kirin

dibêje ne ser bi heşda şebiye.
Li Îraqê hatiye avakirin û dibêje em serbixwe ne.

Duhê bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî, li Bexdayê komeke nû ya çekdar, damezrandina xwe bi fermî bo raya giştî eşkere kir.

Koma han navê xwe Ketayîb Elmuhendis ( lîwaya Muhendis)e û dibêje cudaye ji heşda şebî û hêzeke serbixweye û girêdayî Serokwezîre.

Hêza han herwiha di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku armanca sereke ya wan parastina welate.

Erkeke din ya hêza han li gor daxuyaniyê, cîhad û berevaniye.

Weke tê zanîn Ebû Mehdî Muhendis yek ji Fermandarên heşda şebî bû ku di destpêka sala 2020an de di encama êrîşeke Amerîkayê de li gel Qasim Silêmanî hatibû kuştin.

Top