Tenduristiya Helebcê: Kî vaksîna Koronayê li xwe nede, em mûçe nadinê
Berpirsê giştî yê tenduristiya parêzgeha Helebcê ya Herêma Kurdistanê ragihand, her karmendê/a ku vaksîna Koronayê li xwe nedabe, mûçeyê wî/wê nayê dayîn.
Berpirsê giştî yê tenduristiya Helebcê, dr. Azad Mistefa ragihand, bo parastina tenduristiya bajêr û nehîştina vîrusa Koronayê, me biryar daye kîjan karmenda/ê me vaksîna Koronayê li xwe nedabe, em mûçe nedinê heta vaksînê li xwe dide.
Dr. Azad Mistefa bang li wan karmend û nojdarên ku vaksîn li xwe nedane, kir bo lêdana vaksînê lezê bikin yan jî her hefte têsta Koronayê bikin.
Basnews
