Mehmûd Osman: Navmala erebên şîe de pirsgirêk heye
Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de ragehand, dem pêwîste heta ku kutleyên siyasî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê rêk bikevin û got, Îran û merciyên şîe dê pêkanîna wê hikûmetê de xwedî rol bin.
Îro 23.10.2021ê siyasetmedarê kurd ê diyar Dr. Mehmûd Osman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, wek pêkanîna hikûmetên din ên dema borî dê bibe, destpêkê divê kutleyên siyasî nav xwe de rêk bikevin û ew jî dem dixwaze.’’
Herwaha got: ‘’Naha nav mala erebên şîe de pirsgirêk heye, êdî dibe ku Îran û merciyên şîe hewl bidin bo ku nav xwe de rêkbikevin. Ji ber heta rêknekevin ti tiştekî nikarin bikin. Berê çend mehek pêwîst bû ku rêkbikevin, lê vê carê dibe demekî zêdetir jî pêwîst be û divê her rêk bikevin jî. Destpêkê divê şîe bixwe navxwe de rêkbikevin, ji bo destnîşan kirina kesekî ku peywira serokwezîr wergire, êdî yên din hinek asantir dibe.’’
Basnews
