Wezîrê Yunanê: Daxwaza manê ya Kurdan tê qebûlkirin
Cara yekemîn e Wezîrê Dewleta Yunanê bo Karûbarên Koçberiyê Patroklos Georgiadis ji medyaya Kurdî re dipeyive. Georgiadis bersiva Tora Medyayî ya Rûdawê derbarê mijara koçberiyê da.
Beşeke sereke ya programa vê carê ya Diyasporayê ya Tora Medyayî ya Rûdawê taybet bi siyaseta hikûmeta Yunanê li hember koçberên Kurd bû, xasma piştî destbikarbûna hikûmeta nû ya Yunanê û guherînên ku hatin ser siyaseta koçberiyê ya wî welatî.
Yek ji kesayetên ku bû mêvanê programê ev wezîrê Yûnanî bû. Ew dibêje, daxwaza manê ya hejmareke zêde ya Kurdan tê pejirandin.
Naveroka hevpeyvîna Rûdawê bi Patroklos Georgiadis re:
Rûdaw: Wek tu dizanî, Kurd ji welatên cuda cuda tên, çar welat li Rojhilata Navîn; piraniya wan jî hewl didin bi rêya Yûnanê bigihin welatên din ên Ewropayê. Min gelek Kurd jî li vir dîtine ku dixwazin bimînin. Çimkî ji welatê we û ji miletê we hez dikin. Siyaseta we ya koçberiyê li hember Kurdan çi ye?
Patroklos Georgiadis: Siyaseta me li hember Kurdan ew e ku li gor amarên ku li ber destên me ne, rêjeya Kurdên ku daxwaza wan a mana li vir tê pejirandin, pir bilind e. Ev bi welatên din ên Ewropayê re nayê danberhevkirin. Piraniya wan mafê penaberiyê li vir werdigirin. Ji bilî hin kesên ku dozên wan ên taybet hene.
Rûdaw: Ango ne giring e ji kîjan welatî hatine? Wek mînak, ji Iraq, Sûriye, Tirkiye yan Îranê hatibin, cudahî nîne?
Patroklos Georgiadis: Na ne giring e ji kîjan welatî hatine. Em li ser bingeha dozên wan û daxwaznameyên wan nirxandinê ji wan re dikin û biryarê li ser didin.
Rûdaw: Ez dizanim koçberî ji bo welatê ku koçber lê diqeside pirsgirêkan bi dû xwe de tîne. Bi koçberên Kurd re li Yunanê, pirsgirêkên we yên taybet hene ku bêjin ev pirsgirêkên mezin in?
Patroklos Georgiadis: Pirsgirêkeke me ya wiha tune ye.
Rûdaw: Pirsgirêkeke we ya wiha tune ye. Gelo hevkarî di navbera we û hikûmeta Kurdistanê yan hikûmeta Iraqê de derbarê koçberan heye?
Patroklos Georgiadis: Bê guman pira me ya pêwendiyê heye û em hevkariya hev dikin.
Rûdaw: Tu dibêjî piraniya koçberên Kurd mafê penaberiyê werdigirin. Gelo ev ne awayek ji bangewazîkirina koçberên Kurd e? Tu ji wan re nabêjî kerem bikin werin û hûn hemû bi xêr werin? Ev daxuyaniyeke hestyar e.
Patroklos Georgiadis: Na, ne wisa ye! Divê koçberên Kurd bizanin ku bi her dozekê re bi awayekî cuda û bi taybetî reftar tê kirin. Ev tê wateya ku ne şert e rêjeya wergirtina wan hergav bilind bimîne. Lê belê li gor halet û dozan û nirxandina wan, cudahî bi ser de tê.
Rudaw
