• Thursday, 26 February 2026
logo

Heşda Şeibî: Divê Komîsyon encamên hilbijartinan betal bike

Gulan Media October 22, 2021 Nûçe
Heşda Şeibî: Divê Komîsyon encamên hilbijartinan betal bike

Xwepêşanderên Heşda Şeibî û Bereya Bergirî li Bexdayê dibêjin ku ew encamên hilbijartinan red dikin û divê Komîsyon encaman betal bike.

Alîgirên Heşda Şeibî û Bereya Bergirî li Bexdayê daketine kuçe û kolanan. Xwepêşanderek li ser pirsa Nûçegihanê Kurdistan24ê Soran Kameran diyar kir: “Heta ku hemû sindoqên hilbijartinan bi destan werin hejmartin, em ê li vir bimînin.”

Tevî ku hîn ti nîşaneya pêkanîna hikûmeteke nû li Bexdayê tune ye, rewşeke aloz li bajêr derketiye holê. Bi sedan alîgirên Heşda Şeibî daketine qadan û dibêjin bi ti awayî nabe encamên hilbijartinên bi vî rengî werin pesendkirin.

Mihemed Musewî ku serperiştiya xwepêşanderan dike, ji K24ê re diyar kir: “Bi ti awayî vegera ji vê xwepêşandanê tune ye, bi dengên me lîstin, loma em ti car qebûl nakin û hikûmet jî dê neyê pêkanîn.”

Ev di demekê de ye ku nişteciyên Bexdayê bi awayekî giştî dixwazin hikûmeteke bihêz were avakirin û rola milîs û komên çekdar nehêlin, lê belê dibe ku niha ev yek dijwar be.

 

K24

Top