Li kîjan welatan çend leşkerên Tirkiyê hene?
Tezkereya Serokomariyê ya derbarê bi qasî salekê dirêjkirina dema erka Artêşa Tirkiyeyê li dewleta Malî û Komara Afrîkaya Navendî, li parlamentoya wî welatî hat qebûlkirin.
Belgenameya dirêjkirina saleke din a mana leşkerên artêşa Tirkiyê, li herdu welatên Malî û Afrîkaya Navîn a Serokkomariya Tirkiyê, li parlamentoya wî welatî hat pesendkirin û biryar di rojnamevaya fermî de hat weşandin.
Li gor biryarê dema erka Artêşa Tirkiyeyê li dewleta Malî û Komara Afrîkaya Navendî heta bo 30ê Hezîrana 2022yan hat dirêjkirin.
Di biryarê de hat bibîrxistin ku bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya di 25ê Nîsana 2013an de li Maliyê, Mîsyona Îstîqrara Entegreya Piralî ya Neteweyên Yekbûyî hat avakirin û li Komara Afrîkaya Navîn jî 10ê Nîsan 2014 Mîsyona Îstîqrarê ya Piralî ya Neteweyên Yekbûyî hat avakirin.
Herwiha hat gotin ku bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di 29ê Hezîrana 2021an de şêwaya ereka Mîsyona Îstîqrara Entegreya Piralî ya Neteweyên Yekbûyî hat avakirin û li Komara Afrîkaya Nav hate guherandin.
Li kîjan welatan çend leşkerên Tirkiyê hene
Li derveyî sînorên Tirkiyê, di nav de Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê li li 13 welatan leşkerên wî welatî hene.
Li gorî agahiyên li ser malpera Navenda Siyaseta Cîhanî, serbazên Tirkiyê li Bakurê Qibrisê, Azerbeycan, Somalî, Qetar, Lîbya, Malî, Komara Afrîkaya Navîn, Albanya, Lubnan, Bosna-Hersek û Kosovayê hene.
Piştî ku Taliban li Efxanistanê bû desthilat, îsal Tirkiyê leşkerên xwe ji wî welatî vekişand.
Hin leşkerên Tirkiyê yên li welatên biyanî hêzên şerker in, lê piraniya wan di mîsyonên navneteweyî de li welatên ku lê ne xizmet dikin.
Herêma Kurdistanê
Ji sala 1992an ve, serbazên Tirkiyê li çend xalên cuda yên Herêma Kurdistanê hejmareke sînorkirî binkeyên leşkerî hene.
Lê belê di çarçoveya operasyonên li hemberî PKKê de ji sala 2019an vir ve li ser sînor ji Heftanîn heta Xakurkê bi qasî 40 kilometreyan ketine nav axa Başûrê Kurdistanê. Li gorî lêkolînan, bi operasyonên dawîn re, hejmara leşkerên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê ji 2 hezar û 500 serbazan gihîştiye 10 hezar serbazan.
Sûriye û Rojava Kurdistanê
Tirkiyê li gel komên çekdar ên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûrî ku ew piştgirî dike, El Bab di 2016an de, Efrîn di 2018 de, û navçeyên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojava di 2019an de, kontrol kirin û li wir xalên leşkerî ava kirin.
Herwiha l parêzgeha Idlibê ya Sûriyê jî serbazên Tirkiyê hene. afirandin. Tê texmînkirin ku hejmara leşkerên Tirkiyê ên li Rojava û Sûriyeyê 10 hezar û 500 bin û hejmara tankan jî 250 ye. Ev hejmar dem bi dem zêde dibe û carnan jî kêm dibe.
Azerbeycan
Piştî şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li Qerebaxê, di encama peymana bi Rûsyayê re hat kirin, li Agdamê bi navê "Navenda Çavdêriya Agirbestê" baregeheke Çavdêriyê hat avakirin ku 60 leşkerên Tirkiyê lê ne û çileya 2021ê bi fermî dest bi kar kirin.
Lîbya
Di dema şerê navxweyî yê li Lîbyayê de, Tirkiyê piştgiriyek cidî ya leşkerî û siyasî da Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî. Leşkerên Tirkiyê li vir perwerde, lojîstîk û piştgiriya teknîkî didin hêzên Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî ya Lîbyayê. Hejmara leşkerên li Lîbyayê nayê zanîn.
Qeter
Li gorî peymana dualî ya bi Qatarê re di sala 2014an de, dîsa bi biryara parlamentoya Tirkiyê, di Cotmeha 2015an de leşkerên Tirkiyê li wî welatî hatin erkdarkirin. Bi bingeha nû ya ku di sala 2016an de li Qeterê hate vekirin, tê gotin ku 2000 leşkerên Tirkiyê hene.
Albanya
Tê zanîn ku derdora 24 serbazên Tirkiyê li Albaniya (Arnavut) hene.
Somalî
Di baregeha ku di Îlona 2017an de li Somalî hat vekirin de 2000 serbazên Tirkiyê lê wê derê hatine cîbicîkirin.
Qibrisa Bakur
Ji "Operasyona Aştiyê ya Qibrisê" ya ku di 1974 an de ji aliyê Tirkiyê ve hatî destpêkirin, hebûna leşkerî ya Tirkiyê li giravê berdewam e. Hejmara serbazên Tirkiyê yê li wê derê di navbera 35000-40000 de diguhere. Li dervey sînorên xwe Tirkiyê, hebûna herî mezin a leşkerî li wir heye.
Lubnan:
100 leşkerên Tirk zêdeyî 10 sal in piştgiriyê didin Neteweyên Yekbûyî.
Malî
Bi biryara 8ê Cotmeha 2019an, nêzîkê 50 leşkerên Tirkiyê li Malî di çarçoveya Mîsyona Îstiqrara Entereya Piralî Neteweyên Yekbûyî de hene.
Komara Afrîkaya Navîn
Bi biryara 8ê Cotmeha 2019an, di çarçoveya Mîsyona Îstîqrara Entegreya Piralî ya Neteweyên Yekbûyî de li Komara Afrîkaya Navîn nêzîkî 50 leşkerê Tirkiyê hene.
Bosna-Hersek
Ji sala 2004ê ve 242 leşkerên Tirkiyê bi rêya Hêzên Aştîparêz ên Navdewletî li Bosna-Hersekê li vî welatî ne.
Kosova
Bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji 1999 n vir ve 321 serbazên Tirkiyê li Kosovayê hatine cîbicîkirin.
Sûdan
Piştî peymana bi Sûdanê re, Girava Sevakinê bo dema 99 salan ji Tirkiyeyê re hat veqetandin. Lêbelê, di derbarê bingeha leşkerî ya li giravê de hêj pêşkeftinek çênebûye. Li ser nexşeya Afrîkayê, tê dîtin ku bingeheke Tirkiyê li Girava Sevakinê heye.
Rudaw
