Îsraîlê budceyeke 1.5 milyar dolarî bo “egera êrîşeke ser Îranê” amade kir
Îsraîlê budceyeke 5 milyar Shekel ku dike nêzîka 1.5 milyar dolarên Amerîkî taybet bi “egera êrîşeke ser Îranê” amade kiriye û biryar e meha bê were pesendkirin.
Çavkaniyeke medyayî ya Îsraîlê eşkere kiriye ku hikûmeta Îsraîlê “egera pêkanîna êrîşeke serbazî bo ser Îranê” gotûbêj dike û bow ê mebestê jî destpêşxeriya budceyeke 1.5 milyar dolarî kiriye.
Budce ji du beşan pêk hatiye, 900 milyon dolar taybet e bi budceya sala borî ku bo “egera lêdana Îranê” hatibû danîn û 600 milyonên din jî îsal hatiye zêdekirin wek amadekariyekê bo egereke serbazî dijî wî welatî.
Li gor wê çavkaniya medyayî, budceya nû ya Îsraîlê kirîna firokeyên şer ên nû û herwiha û dronên taybet bi komkirina zanyariyan û amûrên serbazî yên nû li xwe digire.
Hefteya borî Îsraîlê û Amerîkayê ragihandibûn ku ew amade ne planeke din bikar bînin eger berpirsên Îranê bi nêteke baş venegerin nav gotûbêjên taybet bi rêkeftina etomî ya Îranê.
Belavbûna raportê çend rojan piştî wêya hat ku hêza esmanî ya Amerîkayê mûçeka ji core GBU-72 ceriband ku mûşekeke 5,000 pondî ye û ji bo êrişkirina armancên di bin erdê de tê bikaranîn, eger jî heye ku ew mûşeka nû ji bo êrişkirina ser navendên atomî yên Îranê bê bikaranîn.
Meha bihorî, berpirsekî artêşa Îsraîlê ragihandibû, Îsraîl pir bilez amadekariyan dike ji bo avêtina pêngavan li dijî bernameya atomî ya Îranê û tekez kiribû, ew yek karekî pir aloz e û ji bo wê çendê pêdivî bi istixbarat û hzêeke mezin heye, lê ew dê kar li ser hemû wan waran bikin.
Heftiya bihorî Îsraîl û Amerîkayê ragihandin, ew amade ne planeke din bikar bînin eger berpirsên Tehranê bi niyeteke paqij venegerin bo danûstandinan.
Rudaw
