• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Colin Powell anî ziman

Gulan Media October 19, 2021 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Colin Powell anî ziman

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Koça dawî ya Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell ez xembar kirim. Ew bi dirêjahiya jiyanê dostê Herêma Kurdistanê û Iraqê bû.”

Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Me bi hev re kar kir, da ku em welat ji dîktatorî rizgar bikin. Ez dizanim ku ew li navçeyê hewla çespandina aştiya mayînde dida.”

Di gotina xwe ya dawî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kiriye: “Ez hevsoz im ligel malbata wî.”

 

 

K24

Top