Îdiaya vekişîna hêzên Rûsî ji Eyn Îsayê; Berpirsekî HSDê red dike
Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, Riyad Xelef nûçeyên têkildarî vekişîna hêzên Rûsya û hikûemta Sûriyê ji bajarokê Eyn Îsayê red kir û got, “Hemû nûçeyên ku behsa vekişînê dikin ne rast in.”
Riyad Xelef, Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî (Til Ebyez) di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, “agahiyên derbarê vekişîna hêzên Rûsî ji Eyn Îsayê de nerast in, em amade ne, û ji aliyê Rûsan û hikûmeta Sûriyê ve vekişîn tune ye.”
Riyad Xelef diyar kir, “Hêzên hikûmeta Sûriyê li çeperên xwe ne, û hêzên Rûsî li baregehên xwe yên li Eyn asa û Til-Samin in.”
Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Girê Spî destnîşan kir, hêzên Rûsî û Sûrî li wir in, û agahdarî li ser vekişîna wan bi tevahî nerast e.
Ajanseke nûçeyan a Rûsî belav kiriye, ku ji ber topbarana dijwar a Tirkiyê, hêzên Rûsî dest bi vekişîna ji Eyn Îsayê kirine, lê belê aliyên fermî yên Rûsyayê hîna derbarê vekişîna hêzên Rûsî û Sûrî ji Eyn Îsa de ti daxuyanî nedane.
Ajansa nûçeyan a Avia.pro ya Rûsî belav kiriye, ku 3 baregehên leşkerî yên Rûsî ku berê bi mebesta nehêlin çekdarên girêdayî Tirkiyê bikevin herêmê, li bajarê Eyn Îsa hatibûn bicihkirin, hatine valakirin.
Li gor agahiyên ku wê ajansa Rûsî belav kirine û xwe dispêre dezgehên ragihandina opozîsyona Sûrî, di encama topbaraneke bihêz a artêşa Tirkiyê de, di serî de hêzên Sûriyê ber bi baregehên Rûsî ve paşve vekişiyanê, û piştre di bin parastina helîkopterên Rûsî de, hêzên Rûsî û Sûrî bi hev re ji bajêr vekişiyane.
Ew ajansa Rûsî îdîa dike ku ew xwedî agahiyek e ku leşkerên Rûsî û Sûrî li devera gundê Til Semin, ku dikeve bakurê Reqayê, bicih bûne.
Rudaw
