Li Rojava metirsiya operasyona Tirkiyê
Piraniya gundên Rojavayê Kurdistanê yên li ser sînorê bakur, bi her daxuyaniyeke berpirsekî Tirk, an jî her tevgereke serbazî li ser sînor tirseke mezin di nava gundiyan de belav dike. Wekî berê tu hêviya xelkê ji Amerîka û Rûsyayê nemaye. Şêniya gundê Qeremanê dibêje “Hemû serok hevalê Erdogan in. Eger ne hevalî wî bana, newêrîbû bihata.”
Gundê Qeremanê yê ku dikeve rojavayê bajarê Dirbêsiyê,2 km dûrî sînorê Bakurê Kurdistanê ye. Hem ji aliyê sînor hem ji navçeyên di bin deshilata çekdarên oposizyona Sûriyê de, metirsîn hene ji du aliyan ve êrîş li ser bibe.
Niştecihên gundê Qeremanê dibêjin eger aliyên garantor bi erkê xwe ranebin, ew dê neçar bibin ji wir koçber bibin.
Şêniyê gundê Qeremanê Ekrem Hisên got “Em bi hêvî ne ku dewletên mezin ên wek Amerîka, ku me gelek şehîd di ber wê de dane, gereke piştgiriya kurdan bigire. Ev milet ditirise.”
Şêniya gundê Qeremanê Zekiya Ehmed Ezîz dibêje “Gişt hevalê Erdogan in, hemû serok hevalê wî ne. Eger ne hevalî wî bana, newêrîbû bihata, wê paş vegeriya. Doza wî çi li Kurdan e, ka Kurdan çi jê xwestiye? Tiştekî wî di nava Kurdan de tine ye.”
Şêniyê gundê Qeremanê Ebdilqadir Salih got “Di demên pêş de xelk hizira koçberiyê dikin, cihên ku ewlehî û aramî tê de hebe, hêviyên xelkê nemaye. Amerîka û Rûsiya dikare van pirsgirêkan çareser bike lê ji bo berjwendiyên xwe, dibe vê yekê bike yan na.”
Ji destpêka hefteya borî ve, Tirkiye asta gefên xwe bilindtir kiriye, ku nêzîk operasyoneke nû li Bakur Rojhilatî Sûriyê pêk bînin.
Fermandarên HSDê tekez dikin ku plana Tirkiyê nagihêje serî, tenê dixwaze mijekê bigire ser kirîza navxwe ya li Tirkiyê.
Endamê Buroya Peywendiyan a HSDê Dr.Nasir Hac Mensûr dibêje “Pir eşkere xuya dike gefeke dagirkeriyê ye, gefeke dijminahiyê ye. Tevî ku ji bakur û rojhilatî Sûriyê nameyên hevaltiyê û cîranitiyê ji Tirkiyê re pêşkêş bûne, lê ev siyasetên Tirkiyê, ji bo ku kirîza xwe ya navxwe derxîne derve ye. Lê ew gef dê negihîjin dawiyê.”
Tirkiyê bi hinceta hebûna PKKê li ser axa Rojavayê Kurdistanê, hewilên pêkanîna êrîşeke çarem dide.
Çavdêrên siyasî dibêjin, her ku Rûsiya û hikumeta Sûriyê êrîşî navçeyeke oposizyona Sûriyê dikin û xelkê wan navçeyan koçber dibin, Tirkiyê jî ji wê yekê sûd werdigire ku li seranserî sînorê xwe wan koçberan belav bikeû bi wê yekê plana xwe ya guhertina demografiyê cî bi cî bike.
Rudaw
