Li Efrînê 8 welatiyên Kurd ji aliyê çekdaran ve hatin revandin
Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê 8 welatiyên Kurd girtine. Ji wan 3 jin in ku xwişkê hev in.
Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê 8 welatiyên Kurd ji yek malbat girtine. Di nav girtiyan de 3 jin hene ku xwişkên hev in û bavek û du kurên wî hene.
Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi endamekî wê malbatê re kir û hûrgiliyên bûyerê wergirtin.
Di navbera 1ê Gulana 2021 û 17ê Tîrmehê de, Polîsên Serbazî yên ser bi hikûmeta Demkî ya opozisyona Sûriyê her yek ji:
Mistefa Mihemed Hisên û hevjîna wî Zêneb Mihemed Olaşî girtine (1 Gulanê). Hisên yûsif Hisên û hevjîna wî Midya Mihemed olaşî girtine. Mahir Ebdulrehman Mihemed û hevjîna Cîhan Mihemed Olaşî girtineî. Herwiha Yûsif Mistefa Hisên û kurê wî Izedîn Yûsif Hisên girtine
Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi Ehmed Mistefa Hisên, bira û mamê girtiyan re, li bajarê Helebê kir. Wî tekez kir ku ew girtî hemû bêguneh in.
Tevahiya girtiyan ji bajarokê Şiyê ne, û tenê Mahir Ebdulrehman ji gundê Goliya ye.
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bidest xistine, hersê jinên Kurd li zindana Maratê girtî ne. Lê cihê herpênc zilaman heta niha aşkere nebûye.
Rudaw
