• Thursday, 26 February 2026
logo

Tirkiye ji Azerbeycanê gaza xwezayî dikire

Gulan Media October 15, 2021 Nûçe
Tirkiye ji Azerbeycanê gaza xwezayî dikire

 Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Fatih Donmez ragihand, Tikriye dê heta dawiya sala 2024an ji Azerbeycanê 11 milyar metresêgoşe gaza xwezayî werbigre.

Fatih Donmez derbarê peymana kirîna gaza xwezayî ya ligel Azerbeycanê de daxuyanî da û diyar kir, vê heyama ku krîza enerjiyê li hemû cîhanê heye dê Tirkiye bê pirsgirêk derbas bike û got: “Me ligel Azerbeycanê peymana bazirganiya gaza xwezayî ya 11 milyar metresêgoşe çêkir. Ev peyman heta dawiya 2024an dê birêve biçe û ev gaz dê ji xeta Baku-Tiflis-Erziromê bê Tirkiyeyê.”

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê îdîayên ku Tirkiye gaza xwezayî bi bihayeke zêde kiriye jî qebûl nekir û diyar kir, bihayê kirîna gaza xwezayî ya BOTAŞê li gor bihayên bazara navdewletî ye û di jêr 1300 dolaran de ye.

Beriya demekê Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan wek mizgînî daxuyaniyek dabû ku wan çavkaniyên gaza xwezayî dîtine û êdî pêwîstiya Tirkiyê bi kirîna gaza xwezayî nîne.

 

Rudaw

Top