• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî da Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzariyê

Gulan Media October 14, 2021 Nûçe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî da Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzariyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro çarşemê 13ê Cotmeha 2021ê di pêwendiyeke telefonî de sersaxî da Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî ji ber koça dawî ya birayê wî Xesro Ewnî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe gihand Wezîrê Bajarvanî û Gerştûguzariyê û hêvî xwest ku Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihiştê şad bike û aramî ji kesûkar û malbata wan re bibexşîne.

Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîr nîşan da.

 

K24

Top