Piştî biryareke Erdogan buhayê lîre dîsa daket
Serokkomarê Tirkiyê sê kes ku xwedî postên bilind di banka navendî de dûr xistin. Piştî biryarê buhayê Lîreyê Tirkiyê li hember Dolarê Amerîkî û Euro dîsa daket û rekorek nû tomar kir.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi biryareke nû ku di rojnameya fermî de hat belavkirin, sê kes ji berpirsên pilebilind ên Banka Navendî ya wî welatî ji kar dûrxistin.
Li gor biryarê ku derengiya şeva bihorî derketiye, herdû Cîgirên Serokê Banka Navendî, Semîh Tûmen û Ugur Namik Kûçûk û endamê Komîteya Siyaseta Diravî Prof Dr Abdullah Yavaş ji kar hatine dûrxistin.
Biryara dûrxistina wna her sê rayedarên Bankda Navendî piştî hevdîtina Erdogan û Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Şahap Kavcioglu hat.
Biryara dûrxistina her sê berpirsên Banka Navendî ya Tirkiyê di rojnameya fermî ya dewletê de hat belavkirin.
Bi biryara Erdogan, Taha Çakmak wek Cîgirê Serokê Banka Navendî û Prof Dr. Yusuf Tuna wek Endamê Komîteya Siyasetên Diravî li cihê kesên dûrxistî hatin destnîşankirin.
Lê posta cîgirekî Banka Navendî vala maye û ti kes ji bo wê postê nehatiye diyarkirin.
Piştî vê biryara serokkomarê Tirkiyê, nirxê Lîreya Tirkiyê li hember Dolarê Amerîkî bêtir daket û her dolarek gihişte 9.18 lîreyan û rekorek nû tomar kir.
Herwiha buhayê Lîreyê Tirkî li hember Euro jî daket û buhayê her euroyek li hember lîre rekora 10,46 tomar kir.
Rudaw
