• Thursday, 26 February 2026
logo

Ava Gola Arîn 2 kîlometreyan vekişiyaye

Gulan Media October 14, 2021 Nûçe
Ava Gola Arîn 2 kîlometreyan vekişiyaye

 Gola Arîn ku dikeve navçeya Elcewazê ya ser bi Parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve, ji ber ku yek ji rêyên koça çûkan e, weke Bihûşta Çûkan jî tê binavkirin, lê rêjeya kêm a baranê û zêdebûna pileyên germayê, weke gelek çavkaniyên avê yên Bakurê Kurdistanê, bandor li ser asta ava vê golê jî kiriye.

Bi awayekî niha asta ava wê li gor salên derbasbûyî 2 kîlometreyan vekişiyaye.  

Doç. Dr. Adnan Alkan, Serokê Beşa Coxrafyayê ya Zanîngeha Sêrtê dibêje, “Mixabin Gola Arîn hatiye asta hişkbûnê, hatiye rewşa winda bûnê. Ava wê gelek kêmbûye û vekişiyaye. Sedema sereke ya vê yekê jî hişkesalî û rêjeya kêm ya baranan e. Helbet divê mirov vê yekê bi guherîna keşûhewayê ve jî girêbide. Guherînên keşûhewayê yên di salên dawiyê de li gelek deveran bû sedema kêmbûna baranan.”

Gola Arîn li Bedlîsê yek ji cihên girîng ên avî tê hejmartin û ava wê bi soda ye. Ev gol di demsala koçkirina çûkan de mazuvaniyê li hejmareke zêde çûkan dike. Pispor  dibêjin ji xeynî hişkesaliyê  yek ji sedemên vekişîna ava vê   golê jî bikaranîna zêde  ava çandiniyê ye.

Serokê Beşa Coxrafyayê ya Zanîngeha Sêrtê herwiha dibêje, “Di salên dawî de pêdiviyên avê bi rêya lêdana bîran tên dabînkirin, yan jî em dîbînin ku bêhtiriya avên sererdî di avdanê de tên bikaranîn. Di rewşek wiha de jî ew avên ku gol çavkaniya xwe jê digirin bêyî ku bigehin golê winda dibin yan jî bi hilmbûnê winda dibin.

Gola Arîn dikeve rojavayê bakurê Gola Wanê û li pêşberî Çiyayê Sîpanê ye. Rûberê Golê 14 kîlometre çargoşe ye û kûrahiya wê 6 metre ye.

Li derdora golê çendîn cor çûk û çivîkên wek Werdeka Macar, Werdeka Boz û Qaqlibaqaza Gola Wanê dijîn.

 

Top