YNKê helwesta xwe ya bo rewşa Kerkûkê eşkere kir
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) derbarê geşedanên li Kerkûk û desteserkirina gencên Kurd ên li wê parêzgeha Başûrê Kurdistanê de ragihand ku ew ji rewşa ewlekariyê Kerkûkê dilgiran in û Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji binpêkirinên hêzên ewlekariyê û êrişên li dijî malên Kurdan agahdar kirine.
Polîtburoya YNKê derbarê rewşa ewlehiya Kerkûkê ya ku di nava du rojên dawî de rû daye daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ji wê rewşê dilgiran in.
Li gor daxuyaniyê Hevserokê YNKê Bafil Talebanî ji duh bi şev ve ji bo asayîkirina rewşê ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û rayedarên pilebilind ên Bexdayê di nav peywendiyan de ye û ew jî binpêkirinên hêzên ewlekariyê, desteserkirina gencên Kurd û êrişên li dijî malên Kurdan agahdar kirine.
Bafil Talebanî li hemberî rewşa Kerkûkê nerazîbûna xwe nîşan da ye û tekez kiriye ku ew tiştên li Kerkûkê rûdane bi ti awayî nayên qebûlkirin û divê pirsgirêk di zûtirîn demê de bêne çareserkirin û girtî jî serbest bêne berdan.
YNK herwiha îdia dike ku “Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji ber deskevtiyên xwe yên biçûk çarenivîsa Kerkûkê û xeljê dixe di nav metirsî û lîstikên siyasî.”
Şeva borî, li çend taxên Kurdnişîn ên Kerkûkê nêzîka 70 ciwanan hatin desteserkirin.
Derbarê mijarê de Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûk-Germiyanê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re got: “Hejmarek ji nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji ber wê şikestinê ku çend kursî ji dest dane, li Kerkûkê bi ser artêş û kesên şahî dikirin de teqe kirine, ev jî bûye sedem Heşda Şabî, artêşa Iraqê û polîs, bi neheqî ligel çend ciwanên dilsoz bi dest û qundaxên tifingan rûbirûyê hev bibin, di encam de hejmarek kesên Kurd bersiv dan û piştre artêş û polîsên îtîhadî hejmarek kesên bêtawan ji wan ciwanan desteser kirine.”
Kemal Kerkûkî, bûyerên şeva borî yên li bajarê Kerkûkê dixe stoyê hejmarek endam û alîgirên YNKê û dibêje: “Ji bo ew hejmara têkdar ên nav YNKê nebin sedema têkdana kêfxweşiya wê serkeftina mezin a hatiye bidestxistin û nebin sedema ti bûyereke biêş, li ser xwe bin, ji ber hinek kesên nav YNKê ev alozî çêkirine daku we yên dilsoz û niştimanperwer jî bikşînin nav vê pirsgirêkê.”
