Çavuşoglu bo Rojava gefa êrişê xwar: Çi pêwîst be em dê bikin
Wezîre Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser êrişên dijî hêzên Tirkiyê û grupên bi ser wê ve Rûsya û Amerîka wek berpirsiyar dît. Herwiha Çavusoglu di derbarê Rojavayê Kurdistanê de sînyala operasyonê da û got “Ji bo ku YPGê ji van herêman bê paqijkirin, çi ji destê me bê em dê bikin.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Enqerê bi Wezîrê Dervê yê Nîkaraquayê re û piştî civînê kombûneke çapemeniyê lidar xist.
Mevlut Çavuşoglu di derbarê êrişên li ser hêzên Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve Rûsya û Amerîkayê tometbar kir û dibêje Rûsya û Amerîka ji wan êrişan berpirsyar in.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê operasyoneke li ser Rojavayê Kurdistanê de wiha got “Di êrişên YPGê de berpirsyariya Rûsya û Amerîkayê jî heye. Ji bo ku YPGê ji van herêman bê paqijkirin, çi ji destê me bê em dê bikin. Ji ber ku Amerîka û Rûsyayê soza xwe bi cih neanîne, ya ku divê em bikin ev e ku em navika xwe bixwe bibirrînin.”
Li aliyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî pêr (11.10.2021) civîna kabîneyê li dijî Rojavayê Kurdistanê gef xwaribû û gotibû “Ew bi biryar in gefên ku ji Sûriyê tên ji holê rakin.”
Erdogan amaje bi operasyoneke leşkerî kiribû û wiha axivîbû “Derbarê hin cihên ku li Sûriyê li dijî welatê me bûne çavkaniya êrîşên terorê, êdî em nikarin xwe ragirin. Em bi biryar in, gefên ku ji van herêman derdikevin yan bi hêzên li wê derê re yan jî bi derfetên xwe ji holê rakin. Êrişa herî dawî ya li dijî polîsên me û tacîzên ku axa me dikin hedef, êdî sebra me nehiştiye. Ji bo ku van pirsgirêkan di zûtirîn dem de çareser bikin, em dê gavên pêwîst bavêjin.”
10ê Cotmeha 2021ê li navçeyên Operasyona Mertala Firatê û li nêzîkê bajarê Ezazê yê Sûriyê, 2 leşkerên taybet ên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.
Rudaw
