• Thursday, 26 February 2026
logo

Ciwanên li Kerkûkê hatine desteserkirin îro tên azadkirin

Gulan Media October 13, 2021 Nûçe
Ciwanên li Kerkûkê hatine desteserkirin îro tên azadkirin

Şeva borî, li çend taxên Kurdnişîn ên Kerkûkê nêzîka 70 ciwanan hatin desteserkirin, berbijêrekî derçûyî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî dibêje: “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendî ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daniye û daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê jê kiriye.”

Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Kerkûk-Germiyanê Kemal Kerkûkî ji Rûdawê re got: “Hejmarek ji nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji ber wê şikestinê ku çend kursî ji dest dane, li Kerkûkê bi ser artêş û kesên şahî dikirin de teqe kirine, ev jî bûye sedem Heşda Şabî, artêşa Iraqê û polîs, bi neheqî ligel çend ciwanên dilsoz bi dest û qundaxên tifingan rûbirûyê hev bibin, di encam de hejmarek kesên Kurd bersiv dan û piştre artêş û polîsên îtîhadî hejmarek kesên bêtawan ji wan ciwanan desteser kirine.”

Derbarê wan hêzan de jî ku ciwanên Kurd desteser kirine, Kemal Kerkûkî got: “Lîwaya 61 bi hêzeke zêde çûne Taxa Şorce û 35 ciwanên Kurd ên bêtawan desteser kirine û li Rehîmawa jî 29 kes desteser kirine û mobaîlên wan kontrol kirine.”

Kemal Kerkûkî dibêje: “Daxwazê ji hemû berpirs, kadro, endam û alîgirên partiya xwe û hemû daniştvanên dilsoz û Kurd ên serbilind ên bajarê Kerkûk û Germiyan dikin ku bi hemû şiyana xwe aramiyê biparêzin û çavvekirî bin, neku fitneya têkderan serbigre û têde zerar bigihe hemû aliyekî. Herwiha daxwazê ji fermandarê operasyonan, artêşa Iraqê û polîsên xwecihî yên Kerkûkê dikin bi aramî bi erkê xwe rabin wek berî hilbijartinê.”

Kemal Kerkûkî dibêje, bi vî awayê niha û têkdana aramiyê li ber welatiyên Kurd ên bajêr, ne çareserî ye û berevajiya wê dibe sedema aloziya zêdetir û daxwazê ji partiyên dilsoz û xelkê bi şeref ên bajarê Kerkûkê dikin ku hêminiyê biparêzin, li ser xwe bin û bo parastina aramiyê hevkar bin.

Kemal Kerkûkî, bûyerên şeva borî yên li bajarê Kerkûkê dixe stoyê hejmarek endam û alîgirên YNKê û dibêje: “Ji bo ew hejmara têkdar ên nav YNKê nebin sedema têkdana kêfxweşiya wê serkeftina mezin a hatiye bidestxistin û nebin sedema ti bûyereke biêş, li ser xwe bin, ji ber hinek kesên nav YNKê ev alozî çêkirine daku we yên dilsoz û niştimanperwer jî bikşînin nav vê pirsgirêkê.”

Rûdaw ligel Berpirsê Malbenda YNKê Mihemed Dûşîwanî û Berbijêrê Serkeftî yê YNKê Dîlan Xefûr ket peywendiyê, lê bersiv nedan.

Berdevkê Polîsên Kerkûkê Amir Şiwanî jî ji Rûdawê re got: “Yên ku bi helkefta serkeftina çend berbijêran şahî kirine, rêgirî kirine û êrîşî hêzên emnî û xelkê jî kirine. Ya baş ew e alîgirên partiyan şahiyên xwe bibin cihên taybet û em jî wan diparêzin, nabe bi navê şahiyê rê bigrin û êrîşî xelkê bikin, çend alî dixwazin aloziyê çêbikin, herwiha êrîş birin ser ambûlans û otomobîlên polîs jî, loma ev nayê qebûlkirin.

Derbarê desteserkiriyan de jî, Berdevkê Polîsên Kerkûkê got: “Îro hemû tên azadkirin, tenê yên ku ji aliyê welatiyan ve doz li ser wan hatiye vekirin tên dadgehkirin.”

Berbijêrê derçûyî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bazneyê Yek ê Kerkûkê Şaxewan Ebdulla ji Rûdawê re got: “Serokê Herêma Kurdistanê ligel Kazimî axifiye û daxwaza asayîkirina rewşa kiriye.”

Top