• Thursday, 26 February 2026
logo

Parêzgerê Hewlêrê: Min deng da wî aliyê ku li Bexdayê parastinê li mafên gel û axa Kurdistanê dike

Gulan Media October 10, 2021 Nûçe
Parêzgerê Hewlêrê: Min deng da wî aliyê ku li Bexdayê parastinê li mafên gel û axa Kurdistanê dike

Parêzgerê Hewlêrê di dema dengdana ji bo helbijartina Parlamentoya Iraqê de ragehand, bi rêya dengdanê ve mafê xwe min bikaranî û erkekî niştimanî jî bicîh anî û bi awayekî berpirsyartî deng da wî aliyê ku nûnertiyê li Bexda bike û parastina mafên gel û axa Kurdistanê dike.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw piştî ku li binkeyekî dengdanê de dengê xwe da, ji rojnamevanan re ragehand: Ji demjimêr 07:00ê serê sibehê ve li Hewlêr a paytext wek temamê bajarên din ên herêma Kurdistanê û Iraqê proseya helbijartinê destpê kiriye.

Parêzgerê Hewlêrê got: Yek milyon û 159 hezar û 700 kes li parêzgeha Hewlêrê mafê wê yê dengdanê heye û 498 binkeyên dengdanê ji hemwelatiyan re vekirîne.

Umêd Xoşnawa got: Heta naha çend pirsgirêkek di amûrên dengdanê de hebûne, li Pîrmam û Mêrgesor û Xebat û li çend binkeyekî nav bajarê Hewlêrê jî pirsgirêk hebûye ku li gel endamên komîsyonê em li ser xetê ne ku ew pirsgirêk çareser bibin.’’

Parêzgerê Hewlêrê diyar kir, ji aliyê komîsyonê ve soz hatiye dayîn ku pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo çareseriya amûran divê kodek li Bexdayê wergirin, hin amûran jî yedekê wan heye.

Umêd Xoşnaw hemwelatî piştrast kirin ku lijneya ewlehiya Hewlêrê planeke bihêz ji bo rêveçûna proseyê darijandiye û hêvî xwest prose bê pirsgirêk birêve biçe.

 

Basnews

Top