• Thursday, 26 February 2026
logo

‘Urmiye Govend’ di festîvaleke navdewletî de bû yekem

Gulan Media October 9, 2021 Hunerî
‘Urmiye Govend’ di festîvaleke navdewletî de bû yekem

Grûpa dawetê ya ‘Urmiye Govend’ di festîvala kultûrî û hunerî ya Spanyayê de pileya yekem di warê semayên folklorî de bidest xist.

Festîval bi navê ‘Rengên Tava Spanyayê’ û bi şêwaza online birêve çû û hejmareke grûpên hunerî ji gelek welatan beşdar bûn.

Ji bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê jî grûpa kultûrî û hunerî ya bi nave ‘Urmiye Govend’ li ser banga Encûmena Festîvalên Navdewletî di beşa temen mezinan a semayên folklorî de beşdar bû.

Di wê festîvala ‘Rengên Tava Spanyayê’ de Urmiye Govend karî di nav gelek grûpan de, pileya yekem bidest bixe.

Grûpa Urmiye Govend, ev 5 sal in hatiye damezrandin û beşdarî çalakiyên kultûrî û hunerî dibe. 

Serpereştê grûpa kultûrî û hunerî ya Urmiye Govend dibêje, armanca wan a beşdariya di festîvalên navdewletî de, zêdetir ji bo nasandina kultûrî û hunera gelê xwe ye bi welatên cîhanê.

Meha derbasbûyî jî grûpa kultûrî-hunerî ya Dîlana Urmiye ku ew jî her grûpeke din ya dîlanê ya wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê ye, di festîvalên Amerîka û Awistralyayê de pileya yekem di beşa muzîk û semayê de bidest xistibû.

 

Rudaw

Top