Dema destpêkirin û bidawîbûna proseya dengdanê diyar bû
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dema destpêkirin û bidawîbûna proseya dengdanê eşkere kir.
Di daxuyaniyekê de Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand; roja dengdanê 10ê Cotmehê ku roja yekşemê ye, di nava 12 demjimêran de dengder dikarin beşdarî proseya hilbijartinan bibin.
Komîsyonê eşkere kir ku binkeyên dengdanê di demjimêr 07:00ê sibehê dê werin vekirin û heta 18:00ê êvarê dengder dikarin dengê xwe bidin.
Li Iraqê di hilbijartinên 10ê Cotmehê de nêzîkî 25 milyon û 139 hezar û 375 kes xwedî mafê dengdanê ne. Heta niha 3 milyon kartên biyometrî yên dengdanê, ji aliyê dengderan ve nehatine wergirtin.
K24
