• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Efrînê çekdaran dest danîn ser bi hezaran darên zeytûnan

Gulan Media October 6, 2021 Nûçe
Li Efrînê çekdaran dest danîn ser bi hezaran darên zeytûnan

Li navçeya Cindirês a Efrînê li Rojavayê Kurdistanê çekdarên opozisyona Tirkiyê yên ser bi Tirkiyê ve dest danîn ser 32 hezar darên zeytûnan.

Zanyariyên xwecihî ji Herêma Efrînê diyar dikin ku herdu grûpên çekdar ên bi navên “Semerqend” û “Lîwaa Elweqas”, ku ser bi artêşa Tirkiyê ne, li nahiyeya Cindirêsê dest danîne ser 32 hezar darên  zeytûnan.

Li gorî heman zanyariyan, ew dar ên xelkên gundê Kefer Sefre ne. Ji wê hejmarê 450 darên welatiyê bi navê Hisên Mihemed Termûş ne, 650 darên malbata Mihcim Hac Ebdo ne, 300 darên malbata Reşîd Îbiş in, û bêhtir ji 10 malbatên din hene ku bi nav û hejmarê hatiye belgekirin ku her yek çend darên wî dest li ser hatiye danîn, ku hinek ji wan bêhtir ji hezar darên zeytûnan, ku çekdaran dest danîne ser.

Herwiha carna jî li ser dabeşkirina zeytûnên talankirî şer di navbera çekdaran de derdikeve.

Çend çavkaniyên xwecihî ji nava Efrînê duh belav kiribûn ku çekdarekî eşîreta Miwalî yê bi navê Ebû Redah li ser dabeşkirina zeytûnên talankirî, li gundê Qestel Miqdad ê ser bi nahiya Bilbilê ve hatiye kuştin.

 

Rudaw

Top