• Thursday, 26 February 2026
logo

Balefirên Tirkiyeyê çiyayê Helgordê bordiman kirin

Gulan Media October 5, 2021 Nûçe
Balefirên Tirkiyeyê çiyayê Helgordê bordiman kirin

bordiman lê nêzî gundên deverê bûye.
Cîhekê pkkê hatiye bordimankirin.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li deverê ragihand ku îro seat 10 û 30 deqîqeyan de, balefirên şer yên Tirkiyeyê quntarên çiyayê Helgordê bordiman kirine.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me dane, balefirên Tirkiyeyê xaleke gerîlayên PKK li nêzî gundê Bêciwana ya li quntarên çiyayê Helgordê bordiman kirine.

Bordiman nêzî cîhê çandiniyê ya xelkê deverê ye û heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

 

Top