• Thursday, 26 February 2026
logo

PDKê hişyarek tund a PKKê: Êdî nayê qebûlkirin

Gulan Media October 4, 2021 Nûçe
PDKê hişyarek tund a PKKê: Êdî nayê qebûlkirin

Komîteya Bilind a Hilbijartinan a PDKê bi tundî li dijî rêgiriyên PKKê li kandîdên PDKê li sînorê Şingal û Neynewayê nerazîbûn nîşan da û daxwaz ji hikûemta Iraqê û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan dike, ku demildest van rêgiriyên çekdarên PKKê û binpêkariyên wek vê li devera Şingalê û sînorê parêzgeha Neynewayê rawestînin û binpêkaran ceza bikin.

Partiya Demokrata Kurdistanê debrarê rêgiriyên PKKê li Şingalê li

Duh çekdarên ser bi PKKê ve li Şingalê, rê li tîma bangeşeyê ya PDKê girt ku dixwest ji bo propagandaya hilbijartinên parlamentoya Iraqê derbasî qezaya Şingalê bibe.

Îro Komîteya Bilind a Hilbijartinan a PDKê li ser vê rewşê daxuyaniyek weşand û bi tundî li hember wan rêgiriyan nerazîbûn nîşan da.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “demjimêr 11ê berî nîvroya roja Şemiyê 2ê Cotmeha 2021an li devera Şingalê , aliyekî çekdar ê ne Iraqî bi zora çekê û gefan rêgirî li berbijêrên Partiya Demokrata Kurdistanê kir ku dixwestin ji bo bangeşeya hilbijartinên parlamentoya Iraqê serdana deverê bikin.”

Komîteya Bilind a Hilbijartinan a PDKê dibêje, “Ew hêza çekdar demeke dûr û dirêj e li vê navçeyê bi awayekî ne yasayî xwe ferz kiriye û rêgir bûye jibo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera xelkê bo navçeya xwe. Herwiha beşek jî bûye ji çêkirina aloziyan û bûye asteng li pêşiya cîbicîkirina rêkeftina navbera Hikûemta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bo asayîkirina rewşa Şingalê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de, hatiye gotin, “Gelek cihê mixabiniyê ye, hêzeke nerewa û ne Iraqî biakre bi hêsanî rê li asayîbûna jiyana devera Şingalê bigire û di heman demê de jî rêgir be li pêşiya bangeşeya hilbijartinê û azadiya derbirîna nêrînê ku mafê herî giring ê destûrî û demokratîk ên pêkhateyên Iraqê ye. Li gor benda 38 a Destûra Iraqa Federal û benda 22 a Yasaya Hilbijartinên Iraqê, hikûemta Iraqê pabend e bo parastina kandîdan û tevahiya proseya hilbijartinê. Xemsariya hikûmeta federal û sîstema emnî ya niştimanî û aliyên peywendîdar li beramber wan kiryarên ne rewa û ne di cih de yên çekdarên PKKê cihê matmayînê ye.”

PDK bang li hikûmeta Iraqê û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a wî welatî dike, ku “demildest demildest rêgiriyên PKKê û binpêkirinên wek wan li devera Şingalê û sînorê parêzgeha Neynewayê rawestînin û binpêkaran jî siza bidin û atmosfereke guncaw bo pêkanîna mafên xelkê  û proseya demokratîk a hilbijartinê biafirînin. Berdewambûna wan binpêkariyan tawan e li bermaber proseyê û mafên xelkê û endam û alîgirtên Partiya Demokrata Kurdistanê û êdî nayê qebûlkirin.”

Karwana bangeşeya kandîdên PDKê duh Şemiyê dema ku dixwest biçe Şingalê, li nêzîk Mezargeha Şerfedîn a Kurdên Êzdî û li gundê Guhbel, ji aliyê çekdar û alîgirên YBŞê û PKKê ve rê lê hat girtin û rê nehat dan ku ew derbasî Şingalê bibin.

Di şandeyê de berbijêrên PDKê yên bo hilbijartina parlamentoya Iraqê, siyasetmedarên Kurd ên Ezdî Viyan Dexîl, Mehma Xelîl û Endamê Polîtburoya PDKê Ceifer Êminkî hebûn.

 

Rudaw

Top