Li Îranê erdhejeke bihêz
Îro erdhejekê bi hêza 5.7 pileyên Rîxter navçeyên navbera du parêzegehên Çarmehal û Bextyarî û Xozistanê yên Îranê hejand.
Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, erdheja îro derdora saet 06:09 çê bûye û navenda erdhejê li parêzgeha Çarmehal û Bextiyariyê bûye.
Navenda Tomarkirina Erdhejan a Saziya Jeofîzîka Zanîngeha Tehranê ragihandiye, navenda erdheja îro li 33 kîlometriya bajarokê Çilgird, navenda qezaya Kûhrengê li parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî bûye.
Li gor heman saziyê, erdhej di kûrahiya 10 km de çê bûye.
Ew erdhej li beşeke parêzgehan Isfehanê jî hest pê hatiye kirin.
Li gorî zanyariyên destpêkê, derdora 20 gundan ziyan dîtiye, 7 kes jî birîndar bûne.
Tîmên hewarçûnê bo navçeya erdhejê hatine şandin.
Parêzgarê Çarmehal û Bextiyarî, Iqbal Ebasî ji IRNAyê re ragihandiye, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Navxwe ji bo şopandina rewşa navçeyê piştî erdhejê, têkilî pê re kirine û ji nêzîk ve rewşê dişopînin.
Navenda parêzgeha Çarmehal û Bextiyarî, bajarê Şehrê Kurd e û Çilgird, cihê ku erdhej lê çê bûye, 90 kîlometran jê dûr e.
