• Thursday, 26 February 2026
logo

Palladino: Amerîka li Herêma Kurdistanê û Iraqê dimîne

Gulan Media October 3, 2021 Nûçe
Palladino: Amerîka li Herêma Kurdistanê û Iraqê dimîne

Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino ragihand, welatê wî dê demeke dirêj li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimîne.

Robert Palladino got: “Amerîka dê li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê û Iraqê berdewam be. Serok Joe Biden dibîne ku ewlehiya Rojhilata Navîn bi ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ve girêdayî ye.”

Palladino diyar kir, Amerîka dê demeke dirêj li Herêma Kurdistanê û Iraqê bimîne û got: “Herêma Kurdistanê yek ji girîngtirîn hevpeymanên Amerîka ye.”

Top