• Thursday, 26 February 2026
logo

Dadgehê 17 sal û 6 meh ceza da Hevseroka berê ya Şaredariya Geverê

Gulan Media October 2, 2021 Nûçe
Dadgehê 17 sal û 6 meh ceza da Hevseroka berê ya Şaredariya Geverê

Dadegeha Colemêrgê li ser doza ku Hevseroka berê ya Şaredariya navçeya Geverê ya HDPê Remziye Yaşar jî di nav de ku 29 kes jê dihatin darizandin biryar da. Dadgehê di çarçoveya wê biryara xwe de 17 sal û 6 meh ceza da Remziye Yaşar.

Hevseroka  berê ya Şaredariya Geverê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Remziye Yaşar 15ê Îlona 2019an hatibû girtin û li şûna wê qeyûm hatibû danîn. Îro 1ê Cotmeha 2021ê li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê rûniştina dawî ya Doza KCKê ya Geverê ku 29 kes jê dihatin darizandin, bireveçû.

Remziye Yaşar bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBİS) ji Girtîgeha Elezîzê beşdarî dozê bû. Piştî darizandinê dadgehê bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” 17 sal û 6 meh cezayên girtîgehê dan Remziye Yaşar, Vahit Şahinoglu û Mehmet Çapraz. Herwiha dadgehê ji bo desteserkirina Mehmet Çapraz jî biryara girtinê derxist.

Heman dadgehê bo 27 kesên din jî bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 9 meh cezayê gitîgehê da.
Nûçeyên Dawî

 
7 Xulekan
 Şaxewan Ebdullah: Ewên dixwazin rûbirûyî me bibin li Kerkûkê cihê me diyar e
  
1 Demjimêran
 Li Herêma Kurdistanê pênc roj betlaneya fermî hat ragihandin
  
2 Demjimêran
 Dadgehê 17 sal û 6 meh ceza da Hevseroka berê ya Şaredariya Geverê
  
2 Demjimêran
 Senator ji Biden daxwaz dikin derbarê Kurdan de dengê xwe bilind bike
  

 

K24

Top