• Thursday, 26 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser pêşwazî li biryara NYê ya li ser kampa Holê kir

Gulan Media October 2, 2021 Nûçe
Rêveberiya Xweser pêşwazî li biryara NYê ya li ser kampa Holê kir

Rêveberiya Xweser ragihand, “Biryara NY ya li ser kampa Holê erênî ye.”

Hevserokê Navenda Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, însiyatîfa Neteweyên Yekbûyî ya piştî civîna 76an ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ku di 29ê Êlûnê de destpêkiribû, erênî nirxand.

Ebdulkerîm Omer dibêje, ku armanc ji însiyatîfê ewe, ku welatên cîhanê, welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞê bibûn, ji kampên Bakurê Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî yên li kampa Holê, vegerînin.

Sekerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres gotibû, ku nabe ev rewş weha berdewam bike, û hişyarî dabû, ku eger ev aloziya yasayî bi awayekî giştî neyê çareserkirin, dê metirsiyên ewlehî yên demdirêj li ser civaka navdewletî hebin.

Antonio Guterres gotibû, ku ew însiyatîfa piştgiriya diravî û teknîkî dide, da ku pêdiviyên yasayî û mirovî yên lezgîn, ji kesên ku ji Iraqê û Sûriyê vedigerin re, werin peydakirin.

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Operasyonên asayişê li nav kampê

Hêzên Ewlehiya Navxwe li Rojavayê Kurdistanê Adara îsal bi sedema “zêdebûna bûyerên kuştinê û liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê li nav kampê û hewla belavkirina hizra tundrewiyê di nav zarokan de” bi beşdariya 5 hezar endamên asayişê, “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê” hatibû pêkanîn.

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen gotibû, “53 çeteyên DAIŞê û di nav de 5 berpirsên şaneyên ku bûyerên terorê û tundî li kampê pêk dianîn, hatin girtin. Her wiha gelek telefonên destan û laptopên ku tê de agahiyên li ser şaneyên terorîstan hene, hatin desteserkirin.”

Herwiha hatibû diyarkirin ku belgeyên 11 hezar mêr, jin û zarokên jor 15 saliyê re yên li kampê hatine nûkirin û ji bo zarokên kêmî 15 saliyê jî dê agahiyên girêdayî wan ji malbatên wan bên wergirtin.

 

Rudaw

Top