• Thursday, 26 February 2026
logo

Li ser sînor zarokek ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat kuştin

Gulan Media October 1, 2021 Nûçe
Li ser sînor zarokek ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat kuştin

 Zarokekî 15 salî di encama gulebarama leşkerên Tirkiyê de li ser sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de hat kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji bajarê Dirbêsiyê dema ku Ehmed Hisên El-Nasir yê 15 salî dixwest di gundewarên Dirbêsiyê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat gulebarankirin.

Her li gor zanyariyên wan din encama gulebaran leşkerên Tirkiyê de Ehmed Hisên El-Nasir birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê şeva borî li nexweşxaneya wî bajarî canê xwe ji dest da.

Ehmed Hisên El-Nasir ê 15 salî bi xwe xelkê gundê Ereb Xan yê nahiya Zergan e, ku di van demê dawiyê de çekdarên ser bi Tirkiya ve bi tundî bombebaran dikin.

Top