• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîr rola zanayên olî bilind dinirxîne

Gulan Media September 30, 2021 Nûçe
Serokwezîr rola zanayên olî bilind dinirxîne

YZIK piştîvaniya pêngavên hikûmetê dike.
Pêşwaziya şandeke YZIK kir.

Îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke YZIK kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro çarşem 29ê Îlona 2021an me pêşwaziya Serok û endamên mekteba cîhbicîhkar ya Yekîtiya Zanayên ola îslamiya Kurdistanê kir.

Di civînê de Serokê Yekîtiya han Mamoste Mele Ebdulah Weyisî stayişa reformên kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û piştîvaniya zanayên îslamî bo prosesa reform û rûbirû bûna gendelî û hewldanên heyî yên bo derbas kirina qirîzan û baştir kirina jiyana welatiyên Kurdistanê diyar kir.

Di civînê de me jî rola girîng ya zanayên îslamî bo baldarkirina civakê û pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Hêvî dikin zanayên olî berdewam bin li ser rûbirû bûna hizra tundreviyê û berevanî kirin jî maf û destkeftên gelê Kurdistanê, pirsên nîştimanî, pere pêdana peyama lêbûrîn û xweşewîstiyê di nava civakê de.

Top