Putin û Erdogan dicivin
Îro Çarşembê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Rûsyayê dicivin û di serî de rewşa Idlibê, peywendiyên navbera herdu welatan û mijarên navdewletî gotûbêj dikin.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Kremlînê ve hatiye belavkirin, tê gotin ku îro Çarşembê 29ê Îlona 2021ê Putin û Erdogan li bajarê Soçî yê başûrê Rûsyayê dicivin. Kremlin dibêje “Biryar e di civînê de behsa mijarên siyasî, bazirganî û aborî bên kirin û hevahengiya navbera Rûsya û Tirkiyê bê gotûbêjkirin. Herwiha pirsgirêkên niha yên navdewletî ji wan rewşa Sûriyê, Lîbya, Efxanîstan û Başûrê Qefqasyayê bên gotûbêjkirin.”
Herwiha Fermangeha Peywendiyan a Serokatiya Komara Tirkiyê doh Sêşembê ragihandibû ku Erdogan li ser vexwendina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Rûsyayê dike. Li gor Fermangeha Peywendiyan a Serokatiya Komara Tirkiyê, di civîna Erdogan û Putin de ligel peywendiyên navbera herdu welatan, pêşhatên dawî yên herêmî û navdewletî jî tên gotûbêjkirin.
Ev serdana Erdogan di demekê de ye ku di çend rojên borî de Rûsyayê li Idlibê êrîşên esmanî bo ser grûpên nêzîk û girêdayî Tirkiyê zêde kirine. Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar jî dibêje, ew êrîşên Rûsyayê pêbendnebûn e bi danûstandinên Soçiyê.
Hulusi Akar roja Duşembê 27ê Îlona 2021ê behsa naveroka danûstandinên navbera Tirkiye û Rûsyayê kir û got “Em bi tevahî pêbendê xalên danûstandinên navbera me herdu aliyan in. Di vê mijarê de tişta pêwîst bûbe, me kiriye û bi ciddî hewl didin pêbend bin, lê di vê dawiyê de bordûmanên esmanî zêde bûne. Me got ev binpêkirina xalên danûstandinê ne. Di vî warî de di hemû astekê de hewldan berdewam in.”
Akar da zanîn ku bi awayekî gelekî hestyar çavdêriya rewşê dikin û got “Li aliyekî erkê me ye birayên xwe yên Sûrî yên li wê derê biparêzin, li aliyekî din yekîne û asayîşa sînorên xwe biparêzin. Hevdem bo parastina welatê xwe ku xwe li ber pêleke din a koçê nagire, li ser me ye ku di wir de serkeftî bin.”
Hevdem li gor berpirsên paye bilind ên Tirkiyê, navbera Enqere û Washingtonê nebaş e. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî vegera ji civîna Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Stenbolê, Îna borî 24ê Îlona 2021ê behsa wê piştîvaniya serbazî ya Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistanê kir û derbarê peywendiyên ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden de got, peywendiyên wan ligel ti serokekî Amerîkayê wek niha xirab nebûne.
Rudaw
